207 kes ji ber nuqumbûna gemiyê li Dicleyê, xendiqîne an wenda bûne
Alîkarê waliyê Neynewaya Iraqê vê sibê got: Heya niha termên 89 kes ji kesên ku di encama nuqumbûna gemiya seyranê de li çemê Dîcleyê xendiqîbûn, ji avê hatine derxistinê û 118 kes jî wenda bûne.
Li gorî rapora El-Alamê, Ehmed El-Cebûrî,alîkarê waliyê Neynewaya Iraqê got: Gemiya nuqumbûyî li çemê Dîcleyê 287 lêniştiyên xwe hebû ku piraniya wna jin û zarok bûn.
Li gorî vê raporê,zirûfa gemiya niqumbûyî 50 kes bû ku ji ber zêdebûna barê wê vegerya û nuqim bû.
Wî diyar kir: Kamêrayên bicihkirî li girava geştyariyê nîşan dide ku ev gemiya hilgirê 103 jin, 98 zarok û 86 mêr bû.
Duh ji ber nuqimbûna gemiyeke tefrîhê li navça El-Xabatê, çemê Dîcleyê li nêzîkî Mûsilê zêde ji 200 kes hatin kuştin û wenda bûn.
Serokwezîrê Iraqê piştî candayîna bi dehan kes ji gelê vî welatî li encama nuqimbûna qayiqê tefrîhî li çemê Dîcleyê li seranserê vî welatî sê rojan tazîdariya giştî raghand.