Berbijariya 24 kesan bo hilbijartinên serokkomariya Cezayirê
Wezareta karên hundir a Cezayirê li bara berbijariya 24 kesan bo hilbijartinên serokkomriya vî welatî agahî da.
Li gorî rapora El-Quds El-Erebiyê, Wezareta karên hundir a Cezayirê roja şemiyê li bara qeydkrina daxwaziya 24 berbijarên hilbijartinên serokkomriya vî welatî agahî da ku biryar e 4 Tîrmeha 2019`an were lidarxistin.
Wezareta Karên hundir a Cezayirê her wiha raghand ku ev 24 kes di dema kivşkirî bo beşdariya li pêşbirkên hilbijartiên pêşrojê ya serokkomariyê navê xwe qeydkirin. Tomarkirina berbijaran ji 11 Nîsanê destpê bû û heya pêncşemiyê 18 Nîsanê dê bidome.
Li gorî lîsteya ku Wezareta karên hundir a Cezayirê, li malpera xwe weşandiye tu yek ji 24 bebijarên ku navê xwe tomar kirine ji kesayetiyên bi nav û deng ên Cezayirê nînin.
Tevgera gelanî û dijberên serokkomriya demkî li Cezayirê ev hilbijartin boykot kirine.
Ebdulezîz Bûtiflîqe, serokkomarê berê yê Cezayirê, 2 Nîsanê bi dewama nerazîbûnên gelanî îstifa kir û piştî wê Ebdulqadir Bin Salih serokê meclisa gelanî bo mideha 90 rojan wek serokkomarê demkî hat bijartin.
El-Cezîra paytexta Cezayirê û bajarên din ên vî welatî îniya buhurî, heştemîn îniya li dû hev, bûye meydana xwenîşandana bi sedan hezar kesî bona dijberiya li hember Bin Salih.
Xwenîşanderan cardinê dijberiya xwe li hember hizûra paşmayiyên dewarana Bûteflîqê li qonaxa guhestina qaweta siyasî raghandin.