Rayedarên Iraqê xitabî Pompêo: Bexda pêbendê dostîya bi Têhranê re ye

Serokwezîr û Serokkomarê Iraqê xitabî Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê tekez kirin: Bexda hevkarî û hevaltiya bi hemî heval û cîranên xwe re ji wan bi Îranê re didomîne.
Mayk Pompêo, wezîrê karên derve yê Emerîkayê êvara sêşemiyê li sefereka nişkêveyî û çend sietî bo Iraqê tev Adil Ebdulmehdî serokwezîr û Berem Salih serokkomarê Iraqê cuda hevdîtin û gotûbêj kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, ji nîvîsgeha serokwezîriya Iraqê, Adil Ebdulmehdî li hevdîtina Mayk Pompêo teqez kir: Peywendiyên derve yên Iraqê li gor ewlewiyeta berjewendiyên neteweyî ne.
Nivîsgeha serokkomariya Iraqê jî li daxûyaniyekê raghand: Berhem Salih li hevdîtina Mayk Pompêo got: Bexda tevî hevkariya bi Emerîkayê re, ser hevaltiya bi Îranê re pêbend e.
Berhem Salih got: Bexdayê peywedniyîn xwe yên derve li gor ewlewiyetn berjewendiyên neteweyî û hewldana bona berfirehkirina hevkariyan daniye.
Muhemed Elî El-Hekîm wezîrê karên derve yê Iraqê jî di rûpela xwe ay di twîterê de nivîsî: Li hevdîtina Pompêo bi rayeadrên Iarqê re, her du aliyan li bara peywedniyên dualî, dawîna lugurên têkildarî ewlehiya navçê û mijara rawestana li ber terorîzmê gotûbêj kirin.
Mayk Pompêo wezîrê karên derve yê Emerîkayê li halekê sefera çend sietî bo Bexdayê kir ku li gor medyan, tirsandina ji Îranê mêhwer û armanac sereke ya sefera Pompêo bûye.