Serokê Dîwana Ewqafa Ehlê Sune ya Iraqê siyasetên bidijminatî yên Emerîkayê li dijî Îranê rexne kirin
Serokê Dîwana Ewqafa Ehlê Sune ya Iraqê Şêx Ebdulletîf El-Hemîm îro di gotûbêja bi IRNA`yê re bal kişand ser berxwedana azadeyên cîhanê li hember destdirêjiyên Emerîkayê û got: Li hember siyasetên detsdirêjkirne yên Emerîkayê li dijî welatên erebî û Îslamî, ne tenê Iraq belkî hemî umeta Îslamî divê rawestin.
El-Hemîm alûgurên Rojhilata navîn û cîhana Îslamê projeyeka emerîkî-siyonîstî bi nav kir û got: Armanca Waşengtonê bêbandorkirina aktorên cîhana Îslamê û dûrkirina van li navçê ji muadile û hevsengiya qawetê li hember Rejîam dagirkirê Îsraîlê ye.
Serokê Dîwana Ewqafa Ehlê Sune ya Iraqê kiryarên bi dijminatî yên Emerîkayê li dijî Îranê mehne û pînekirina cihanîna hin sinaryoyan li navçê da zanîn û destnîşan kir: Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bi dû têkbirina navça Rojhilata Navîn û jinavbirina howiyeta wê û xistina navçê li qopiya xwînê ye.