Dewama xebata şîrketên almanî li Îranê tevî hebûna zextên Emerîkayê
Amarên odeya bazirganiyê û pêşeyên Almanyayê nîşan didin ku şîrketên vî welatî tim xebata xwe li bazara Îranê didomînin.
Folker Trayer, serokê beşa navneteweyî ya odeya bazirganiyê û pêşeyên Almanyayê li gotûbêja bi ajansa DPA a vî welatî got: Boykotên Emerîkayê bandor kiriye ser danûstandinên aborî yên şîrketên biyanî bi Îranê re lê 60 şîrketên almanî her tim hizûra xwe li Îranê didomînin.
Li gorî amaran, asta derfirotina Almanyayê bo Îranê li mehên Çille heya Adara 2019`an, 339 milyon Euro bûye.
Mekîne û alavên mekanîkî, teşkîlatên ceribîngehê û elektronîk û berhemên pêşeyî ji wan berhemên optîk û trimbêlan, kelûmelên firotî yên Almanyayê bo Îranê ne.
Karzan, dewama xebata bi dehan şîrketên almanî li bazarên Îranê tevî boykotên Emerîkayê, nîşanek ji işkesta siyaseta Waşengtonê bona qutkirina hevkariya şîrketên derve bi Îranê re dizanin.