ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Ensarullah: 66 kes ji hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê azad bûn

Serokê komîta hêsîrên tevgera Ensarullaha Yemenê got: 66 kes ji hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê bi veguhartina hêsîran li perava rojava vî welatî azad bûn.

 Li gorî rapora kanala nûçan a  El-Mesîra Yemenê, Ebdulqadir El-Musteza bêyî ku bala xwe  bide ser aliyê navbeynkar  bo azadiya van kesana û her wiha  azadiya hêsîrên aliyên din û got: Ev kiryara bi navcîtiya aliyeke  navxweyî cih hatiye.

 Serokê komîta hêsîrên tevgera Ensarullaha Yemenê û endamê taxima muzakirekirê vê tevgerê pêştir gotibû: Pêşniyar li dewleta îstifakirî ya Mensûr Hadî ser bi Riyazê pêşniyar hatiyekirin ku li meha pîroz a Remezanê bi guhartina hêsîran qebûl bike ku herîkêm hezar hêsîr ji her du aliyan bên azadkirin.

 Dewleta  Rizgariya  Neteweyî ya  Yemenê û nûnerên ser bi Rejîma  Siûdî Kanûna 2018`an bona damezrandina  agirbesê li bajar û bendera Hudeydê, hilkolandina rewşa însanî ya bajarê Teizê, veguhartina hêsîran û vekirina  balefirgeha navneteweyî ya Senayê bi şandiyê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Yemenê li Stokholma Swedê li hev kirin. Lê destdirêjkiran bi caran ev hevhatina  binpê kirine.

Başa dön tuşu