Ebûmehdî El-Muhendis: Armanca sereke ya xelkê Iraqê azadiya Filistînê ye
Cîgirê serokê Heşda Şebî ya Iarqê li kêleka meşa roja cîhanî ya Qudsê li Bexdayê got: Lidarxistian vê meşê nîşan dide ku armanca sereke ya xelkê Iraqê azadiya Filistînê ye.
Ebûmehdî El-Muhendis roja îniyê li hevpeyvîna bi nûçegîhanê El-Alamê re li Bexdayê got: Îro xelkê Iraqê bi hemî ferqa bîr û rayên xwe li ser vê bawerê ne ku mêhwera berxwedanê bi hêz e û dikare dijminê xwe işkest bide.
Her wiha cîgirê serokê Heşda Şebî bal kişand ser boykota vê dawiyê ya Emerîkayê li dijî Îranê li warên aborî û got: Xelkê Iraqê her tim dê li kêleka gelê Îranê bin.
Xelkê Iraqê jî li meşa roja cîhanî ya Qudsê li Bexdayê û bajarên din ên Iraqê wek berteka li hember siyasetên Emerîkayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê û gelên navçê û piştgiriya tam ji Rejîma talankirê siyonîstî, agir berdan alaya Emerîkayê û alaya Rejîma Siyonîstî.
Meşvanên iraqî li daxûyaniya dawiyê ya vê meşê her cure zexta aborî, gef û destdirêjiya muhtemel ser Komara Îslamî şermezar kirin.
Meşvanên roja cîhanî ya Qudsê li Iraqê balkişand ser felsefa binavkirina îniya dawiyê ya meha pîroz Remezanê wek roja cîhanî ya Qudsê ji aliyê Îmam Xumêynî( RE) xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê teqez kirin: Roja Qudsê bi tenê bona piştgiriya ji gelê Filistînê nîne belkî ev roja inqilab û serhildanek li hember hemî dîktator û dewletên mustekbir û di serî de Emerîkayê ye.
Ehmed El-Eql balyozê Filistînê li bexdayê jî li vê meşê teqez kir: Dijmin niha lê dixebitin ku plana nasiyar bi danûstandina sedsalê li her rewşekê ser gelê Filistînê û gelên navçê bisepînin û zext û zorên ser Komara Îslamî ya Îranê û berxwedana li Gazayê û Ramullahê gişt li vê çarçoveyê ne.