Destpêbûna operasyona berfireh a ewlehiyê li kemberê bakurê Bexdayê
Navenda medyayî ya erkantiya hevpar a Iraqê li bara destpêbûna operasyoan berfireh a ewlehiyê li kemberê bakurê Bexdayê paytexta vî welatî agahî da.
Li gorî rapora IRNA`yê, li gorî daxûyaniya navenda medyayî ya erknatiya hevpar a Iraqê, ev operasyona bi armanca jordebirina rewşa ewlehiyê û şopandina endamên ber teqîbat Teşkîlata Dadweriyê ya Iraqê ji erdê û hewayê ya navça El-Tarmiyê li 40 Kîlometriya Bexdayê û derdora wê digre ber xwe û ji siba roja yekşemiyê ve destpê bûye.
Li vê operasyonê xêncî hêzên bejahiyê, helîkopterên artêşê û hêza hewayî ya Iraqê jî beşdar bûne.
Piştî du êrişên vê dawiyê yên terorîstan ser hêzên ewlehiyê û Heşda Şebî ya Iraqê li derdora bakur û başûrê Bexdayê 4 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.
Ji aliyê din ve koma Seraya El-Selam ser bi Heşda Şebî û çiqa eskerî ya tevgera Sedrê ku ewlehiya navça Samerayê li istûyê xwe heye li bara bêencamkirina operasyona nifûza birek ji endamên terorîstî yên DAIŞ`ê ser bajarê Samerayê agahî da.