ÎranNûçeRojhilatanavin

Reîsî: Rawestandina niftkêşa Îranê ser fermana Emerîkayê cih hat

Serokê Teşkîlata Dadwriyê ya Îranê got: “Kiryara Inglîzê destdanîna ser niftkêşa îranî li Cebel Taruqê bi nunertiya ji aliyê Emerîkayê cih hat”.

 Hucetulîslam seyd Îbrahîm Reîsî, serokê Teşkîlata dadweriyê ya Îranê roja duşemiyê li civîna berpirsên  pilebilind ên dadweriyê bal kişand ser destdanîna neqanûnî ser niftkêşa Îranê li Cebel Taruqê ji aliyê Inglîzê û ev kiryar wek reftareka zalimane û li dijî hemî qayîde û qirarên navneteweyî da zanîn û got: “Ev kiryara li halekê ye ku dewekarên  qanûnê li hember dizîna  niftên Iraq û Sûriyê ji aliyê terorîstên DAIŞ`ê û piştgirên wan bêdeng mane”.

 Hêza deryayî ya Inglîzê roja pêncşemiyê, 4 Tîrmehê bi awayekî neqanûnî û ser dxawaza Emerîkayê niftkêşeka îranî li CEbel Taruqê rawestand.

 Serokê Teşkîlata Dadwriyê ya Îranê her wiha bal kişand  ser kiryara praktîkî ya Îranê li pêngava duwem a kêmkirina  berpirsiyariyên xwe li rêketina navokî û got: Neberpirsiyarbûn û bêsoziya  ewrûpiyan li warê rêketina navokî hatiye selmandin û kiryara Komara Îslamî ya Îranê bona kêmkirina  berpirsiyariyên  wê li rêketina navokî û zêdekirina  asta zengînkirinê, biryara neteweyî ye.

 Duh derfeta 60 rojî ku Îranê dabû aliyên ewrûpî yên rêketina navokî ku berpirsiyariyên xwe li warên bankî  û niftî cih bînin, bi dawî bû û ji ber bêsoziya ewrûpiyan, Komara Îslamî ya Îranê li gor xala 26 û 36 an a rêketina navokî, pêgava duwem a kêmkirina  berpirsiyariyên xwe raghand.

Başa dön tuşu