IraqNûçeRojhilatanavin
Çar kes di encama teqînên têrorîstî li paytexta Iraqê hatin kuştin
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Almanyayê, polîsê Iraqê ragihand ku roja yekşemiyê ji ber teqîna bombekê li navçeya Ebu Xureyba rojavaya Bexdaya paytexta Iraqê sê kaes hatin kuştin û heft kes jî birîndar bûn.
Wezareta karên hundir a Iraqê jî ragihand ku roja yekşemiyê ji ber teqîna bombekê li taxa Besatînê li navçeya Şeibê li bakûrê paytexta Iraqê kesek hat kuştin û pênc kes birîndar bûn.
Li vî halî polîsê Bexdayê ragihand ku çetek ku dil hebû êrîşeke têrorîstî li taxa Tarimiyê li bakûrê Bexdayê pêk bîne, hat kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)