NûçeEwropaFilistînRojhilatanavin

Haniye di serokatiya şandeke sereke ya Hamasê de gihîşt Moskovayê

Serokê Mekteba Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Henîyye bi serokatiya şandeke serkirdayetiya tevgera Hemasê bo serdanekê gihişte Moskova paytexta Rûsyayê û biryar e di çarçoveya serdana xwe de ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hejmarek ji serkirde û berpirsên Rûsyayê bicive. Şanda serkirdayetiya tevgerê ji Cîgirê Serokê Tevgera Şêx Salih El-Erûrî û endamên Mekteba Siyasî Dr.Mûsa Ebû Merzûq û Dr.Maher Selah pêk tê.Rawêjkarê medyayî yê rêberê tevgerê Taher El-Nono got: Ev serdan ku li ser vexwendina Wezareta Derve ya Rûsyayê tê, dê çend rojan berdewam bike, û armanca wê gotûbêjkirina perspektîfên pêwendiyên dualî ji bo xizmeta doza Filistînê ye.

Got jî: “Ev serdan di demek pir girîng de li herêmê û cîhanê tê. Pêşhatin û guhertinên navneteweyî yên girêdayî herêmê û bandorên wan li ser doza Filistînê dê bên gotûbêjkirin û di heman demê de pesna pêwendiya bi Rûsyayê re û helwestên wê yên li ser Filistînê bên dayîn.

Başa dön tuşu