NûçeÎranRojhilatanavin
Reisî: Xelkê pîlanên dijminan pûç kirin
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyîd Îbrahîm Reîsî spasiya gelê Îranê kir ku pîlanên dijminan têk birin û amaje bi vê yekê kir ku dijmin li dû pêşketina welat e.
Serokê Komarê piştî lêkolîna projeyên li navçeya Robat Kerîm a Tehranê bi rûniştvanên herêmê re hevdîtin pêk anî.
Serokomar Reîsî di axaftina xwe de spasiya gel kir û diyar kir ku gelê Îranê komployên dijminên ku li pey pêşketina welat bûn pûç kirin.
Serokerkanê Îranê bal kişand ser vê yekê ku gelê Îranê bi dirûşma azadiyê nehat xapandin û got: Milet rê neda dijmin ku Komara Îslamî, azadî û serxwebûnê tehdîd bikin.