Endamê YNK’yê: Divê opersiyoneke hevpar li Hemrîn, Xaneqîn û Kerkûkê pêk were
Endamê YNKyê, got ku em dixwezin operasyoneke eskerî ya hevpar bo paqijkirina navçeyên Hemrîn û derdora Xaneqîn û Wadî El-Şayê li Kerkûkê bi cih were.
Mihemed Hecî Omer di gotûbêja bi Ajnasa Nûçeyn a Bexda El-Yewmê re bal kişand ser vê yekê ku valahiyeke ewlehiyê li navçeyên kêşeliser di navbera Bexda-Hewlêrê de heye û got: Xebata dezgehên ewlehiyê yên Iraqê kêm bûye û li navçeyên di bin kontrola artêşê û Pêşmergeyan de valahiyên ewlehiyê derketine holê ku terorîstên DAIŞ’ê jê behre werdigrin.
Omer teqez kir, divê operasyoneke eskerî ya hevpar a demlidest ji aliyê artêşê û Pêşmergeyan va bi piştgriya hêza asimanî ya Iraqê bo paqijkirina navçeyên Hemrîn û derdora Xaneqînê û Wadî El-şayê li Kerkûkê ku endamên DAIŞ’ê li wan hineke liv û tevgeran bi cih tînin, pêk were.