NûçeÎranRojhilatanavin

Zêdekirina hêza şer a artêşê bi zêdekirina dronên nû

Wezîrê Berevanî û Piştevaniya Hêzên Çekdar li merasima zêdekirina hejmareke zêde ya firokeyên bêfirokevan li artêşê got: Zêdekirina van firokeyên bê firokevan dê bandoreke berçav li ser hêza şer a artêşa Komara Îslamî ya Îranê bike.

Serleşker Emîr Aştîyanî Wezîrê Berevanî û Piştevaniya Hêzên Çekdar amaje bi wê yekê kir ku yek ji erkên herî girîng ên vê wezaretê, çekdanîn û çekdarkirina hêzên çekdar ji bo parastina welat e û got: Zêdekirina van Balafirên bê firokevan dê bandoreke mezin li ser hêza şer a Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bike.
Emîr Tûggeneral Aştîyanî diyar kir ku hemû pêşhatên li herêmê û cîhanê her tim di bin çavdêriyê de ne û got: Teknolojiyên nû û nûjen ên li cîhanê tên lêkolînkirin û ji bo parastina welat li gorî hewcedariyên hêzên çekdar tên vekolandin. û bi tehdîdên bejahî, hewa, derya û fezayê re mijûl bibin.


Di dawiyê de wezîrê berevaniyê amaje kir: Em xelkê dilniya dikin ku emê hemû hêz û hewlên xwe di riya berevanîkirin ji welat û zêdekirina hêza bergiriyê û bilindkirina hêza şerker a hêzên çekdar bikar bînin û dijmin jî dê bêhêvî bibin.

Başa dön tuşu