NûçeÎranRojhilatanavin

Baqirî: Êrişa Îsraîlê ser Lubnanê dê rastî bersiveke poşmanker were

Sergêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê Hişyarî da ku her êrîşeke Rejîma Siyonîst ser Lubnanê, wê rastî bersivapoşmanker civaka cîhanî, gelên navçê û komên berxwedanê were.

Elî Baqirî, di civîna Konseya Ewlehiyê ya NY de bal kişand ser vê yekê ku piştevaniya vê dawiyê ya welatên navçê ji berxwedana Filistînê re, koka wê di cinayetên Rêjîma Israîlê li Xezeyê ye, ku ji sala 1948an ve  heta niha berdewam e û got:

Alûgir û berxwedana Xeze û Rexê rojavaya çemê  Urdinê di 9 mehên derbasbûyî de careke din selimand ku jinavbirina berxwedana Filistînê û Hemasê wekî tevgereke rizgarîker a li dijî dagirkerî û destdirêjiyê, ji hema xewn û xeyalek e.

Baqirî tekez kir: Divê Konseya Ewlehiyê rêjîma Israîlê  neçar bike ku demlidest , tam û bêyî şert û merc   leşkerên xwe ji Xezeyê derxîne  ji bo rakirina dorpêça li ser Xezeyê, rawestandina koçberiya bi darê zorê, rawestandina çalakiyên çêkirina bajarokan û dayîna tam garantiyên ji bo hemû zirarên ku li xelkê ketine bikeve dewrê ku rewş jibo avedankirina demlidst a Xezeyê pêk were. Her wiha divê ev rejîm ji hemû herêmên dagirbûyî yên Filistîn, Sûriye û Lubnanê vekişe û xwe ji her êrişeke leşkerî ser Lubnanê û welatên din ên herêmê dûr bixe.

Başa dön tuşu