NûçeAsyaCîhan

Li Çînê şewat derket û di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da

Medya Çînê ragehandin ku di encama şewata li bajarê Zîgongê yê başûr rojava vî welatî, 16 kes hatin kuştin.

Ev şewat êvara Çarşemê di avahiyeke bazirganî ya 14 qatî de qewimî û hêzên rizgarkirinê  û alîkariyê karîn 75 kesan rizgar bikin. Di vê avahiyê de hejmareke zêde firoşgeh, xwaringeh û holeke sînemayê heye.

 Mesela şewatê yek ji wan pirsgirêkan e ku Çîn pê re rûbirû ye. Lî Wanfeng Berdevkê  Dayireya Agir Vemirandin   Alîkariya Çînê ragihand ku ji destpêka îsal heta 20ê Gulanê, 974 şewatên  bikuj rû dane ku li gorî heman heyama sala borî  sedî 19 zêde bûye.

Başa dön tuşu