ErebîstanIraqNûçeRojhilatanavin

Rexneya Eyad Elawî Ji Erebistanê ji ber mudaxileya nav karûbarên Iraqê

Serokê hevalbendiya iraqî ya El-Wetenî ji mudaxileyên Erebistanê nav karûbarên vî welatî rexne kir.

Li gor rapora ajansa IRNA’yê, Eyad Elawî Serokê hevalbendiya iraqî ya El-Wetenî li gotûbêja xwe ya telivîzyonî mudaxileyênbaylozê Erebistanê Samêrr El-Sebhan li nav karûbarên hundirî yê Iraqê bi xeter daye zanîn û got: Ev cure xwetêkeliyên Erebistanê nedirustin û pêwîste ku Riyaz dest ji van karên xwe berde.

Elawî bal kişande ser vê yekê ku şerê li dijî terorîstan li Felûcê qet şerê eşîreyî nîne got: Ev şera dijî grûpa terorîstî ya DAIŞ’ê yye û aliyên iraqî hemû hêza xwe bikar birin ta ku Felûcê ji destê terorîstan azad bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu