ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Emîrebdullahiyan: Rejîma Seûdî bi êgir dilîze

Husên Emîrebdullahiyan alîkarê berê yê wezîrê karên derve yê Îranê got: Erebistana Seûdî berpirsê raste raste dirêjbûna gotûbêja siyasî ya di navbera aliyên yemenî ye.

Li gor rapora IRIB News`ê, Husên Emîrebdullahiyan destnîşan kir; Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê ser Yemenê û bombebarankirina mal û binavahiyên Yemenê û binpêkirina agirbesê gotûbêjên siyasî yên aliyên yemenî bê encam kiriye.

Wî got: Têhran qet xwe têkelî nav karûbarên Yemenê nake, lê dewamê dide alîkariyên xwe yên menewî û mirovdostane ji bo xelkê vî welatî.

Emîrebdullahiyan destnîşan kir; Her çend Erebistana Seûdî nahêle ku alîkariyên mirovdostane yên Îranê bigehêjin destê xelkê Yemenê, lê Têhran van alîkariyên xwe bi hevkariya saziyên navnetewî û navçeyî bibaşî cih tîne.

Wî li dewama gotinên xwe ragihand; Erebistan bi siyaseta xwe ya xelet a vêxistina şêr li navçê bi êgir dilîze û sebebkarê kirîzên navçê ye û eger Riyaz van siyasetên xwe yên şaş çê neke, bilî viya ku bi xwe zererê dibîne, navçê jî dê rastî zererê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu