Larîcanî: Dijmin jibo pêkanîna qeyrana firqeyî hewlê didin
Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê got: Di rewşa niha ya navçê hin welat xêncî dijminatiya bi Îranê re li dû pêkanîna qeyranên firqeyî li navçê ne.
Li gorî rapora ajansa nûçan a meclisa şêwra Îslamî ya Îranê Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê roja înê li hevdîtina komek ji cangoriyên serdema berevaniya pîroz got : Komara Îslamî ya Îranê li navçê ewlehiyeke baş heye û welatên rojava bicarn bi hebûna Îraneke ewleh û aram li navçê li xwe mukir hatiye.
Larîcanî destnîaşn kir: Di rewşa niha ya navçê eva mijreke eşkere ye ku bêyî Îranê ewlehî li navçê nayê damezrandin û Emerîka jî nawêre êrişkeke wisa bike .
Larîcanî her wiha got: Yek ji armancên Îranê ji muzakiran û hevhatian navokî pêkanîan rewşê jibo geşatiya aborî bû ku niha rewş jibo xebitandina sermayê li halê xweşbûnê ye.
Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê tekez kir ku hebûna rûhiyeteke inqilabî û cihhatina aboriya berxwedanê, yek ji hegerên berfirehkirina aboriya Îranê di rewşa niha de ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)