Serokê Tevgera Sedr a Iraqê Muqteda Sedr ji bo ku fersendê bide pekhatina reforman, bangî alîgirên xwe kir ku 30 roj navber; bidin çalakiyên xwe.
Serokê Tevgera Sedr a Iraqê Muqteda Sedr ji bo ku fersendê bide pekhatina reforman, bangî alîgirên xwe kir ku 30 roj navber; bidin çalakiyên xwe.
Daxuyaniya ku ji nivîsgeha Sedr ve hate dayîn, Sedr telîmat da alîgirên xwe ku 30 roj navberê bidin çalakiyên xwe. Ev biryar nayê wateya ku dev ji çalakiyan berdane û ji bo ku welat derbasî astek baş bibe daxwaza wan ya reformê dê dewam bike. Serd destnîşan kir ku piştî mehekê çalakiyên ji bo reformxwaziyê dê ji nû ve dest pê bikin.
Li ser biryara Sedr Endamê Lîsteya Ehrar ya Parlemana Iraqê Xalib Zamilî ji nuçegihanê Ajansa Anadoluyê re daxuyand ku biryarek wiha komên siyasî yên reformê ku dixwazin daye.
Zamilî diyar kir ku hin komên siyasî di daxuyaniyên xwe de piştgiriya reforman dikin. Bi banga Sedr dertê holê gelo kî reform dixwaze û kî naxwaze. (BANGÊ ÎSLÂMİ)