Kirrîna nifta Îranê ji aliyê Hindê va ji 461 hezar bermîlî di rojê da derbas kir
Çavkaniyên agah ên nûçeyan li Dêhlî Nû ya paytexta Hindistanê ragihandin ku kirrîna nifta xav ji Îranê li Tîrmeha 2016`an bi zêdebûneke ji sedî 21`ê li bercî sala par, gihîşte 461 hezar bermîl di rojê da.
Li ser esasa amara hatina niftkêşan û şopandina wan, asta kirrîna nifta Îranê ji aliyê Hindê va di Tîrmeha 2015`an 215 hezar berîl di rojê da bûye.
Şirketên Pêtroliyûma Hindistanê û Beharat Pêtroliyûmê duyemîn û sêyemîn şirketên palîna dewletî li Hindê ne ku li pey sepandina boykotan li ser Îranê kirrîna niftê ji Îrtanê dabûn rawestandin; Lê niha careke din kirrîna niftê ji Îranê dest pê kirine.
Li ser esasa vê raporê, kirrîna nifta xav a Îranê ji aliyê Hindê va di sala malî ku ji meha Nîsanê va dest pê bûye, gihîştiye asta xwe ya herî jorîn di heyama heft salên buhurî û herîkêm gihîştiye 400 hezar bermîlî di rojê da.
Wezîrê niftê yê Hindê jî heftiya buhurî ragihand ku bi dewama zêdebûna kirrîna nifta Îranê ji aliyê Hindê va, Komara Islamî ya Îranê cîgeha çaremîn dabînkera mezin a nifta Îranê bi dest xistiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)