Beşdariya hemî hêzên iraqî li azadkirina Mûsilê
Xalid Ubeydî wezîrê berevaniyê yê Iraqê roja duşemiyê ragihand ku operasyona azadkirian Mûsilê dê bi zûtirkê destpê bibe û hewdengiyên baş navbera fermandehiya operasyona parzêgeha Neynewayê û Herêma Kurdistana Iarqê jibo azadkirina Mûsilê cih hatiye û hêzên iraqî û fermandehiya operasyona Neynewayê li halê amadekariyê jibo destpêkirina operasyonê ne.
Wezîrê berevbaniyê yê Iraqê tekez kir hêzên iraqî li girava Xalidiyê bi awayekî bihêz hizûra xwe hene û nahêîlin ku terorîst êrişî ser van navçana bikin. El-Ubeydî got ku grûpa treorîstî ya DAIŞê hewl da ku meqerên hêzên iraqî li başûrê Mûsilê têk bişîkîne ku bi hewdengî û êrişên hewayî yên balefirên hevalbendiyê herîkêm 112 kes ji terorîstan hatin kuştin.
Ji aliyê din ve hêzên eşîreyên parêzgeha Enbarê yên Iraqê êrişa grûpa tekfîrî ya DAIŞê ser derbasgeha Welîdê li sînorê Hevpar bi Sûriyê re û li rojava bajarê Remadiyê bêencam kirin. Li encama van pevçûnan terorîstan xisarên giran dîtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)