IraqNûçeRojhilatanavin

Mesûm hukmên îdama tawanbarên karesata Spykerê qebûl kir

Serokkomarê Iraqê roja yekşemiyê li daxûyaniyekê ragihand ku hemî hukmên îdama tawanbarên karesata Spaykerê qebûl kiriye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mesûm ragihand ku hukmên îdamê ya  dadgeha cinayî ya Iraqê derheq tawanbarên cinayeta navenda eskerî ya Spaykerê li bakurê Iraqê ku li sala 2014an bûye sedema  kuştina hezar û 700 ciwanên iraqî qebûl kiriye.

Li vê daxûyaniyê hatiye ku erêkirina serokkomariyê jibo cihanîna  hukmên îdama  tawanbaran ji bo teşkîlata wezîfedarê cihanîna van hikman hatiye şandinê.

Dadgeha cinayî ya navendî li Bexdayê li meha Sibat buhurî hukma îdama 40 tawanbarên buyera Spaykerê dabû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu