IraqNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya Ebadî ser yekîtî û hevgirtina gelê Iraqê

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li hevdîtina xwe ya şeva pêncşemê tev taximek ji Partiya Yeketiya Niştîmaniya Kurdistana Iraqê (YNK) bi serokatiya Mela Bextiyar, tevî axivtina li ser rewşa siyasî û ewlehiya Iraqê, xebata dijî terorîstan û çawaniya çareserkirina neyariyên navbera Hewlêr û Bexdayê li gorî qanûna bingehîn a vî welatî ser hevgirtina hemû aliyên iraqî bona jinav birina terorîzmê li vî welatî sekinî.

Ebadî destnîşan kir; Yekîtî û hevgirtina navbera hemû xelkê Iraqê ji bilî serketina li hemberî terorîstan dê bibe sebeba çareserbûna hemû pirsgirêkên heyî.

Li vê hevdîtinê du aliyan bal kişandine ser girîngiya rêvebirina navçeyên azadbûyî ji destê terorîstan û nîzikbûna azadiya bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê navenda parêzgeha Nêynewayê, li ser çawaniya rêvebirina vî bajarî piştî azadiya ji destê terorîstan jî hate axivtin.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û taximek ji YNK`ê herwisa li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê li bara firotina niftê jî bi hevra gotûbêj kirin.

Li gorî qanûna bingehîn a Iraqê peydakirina bîrên niftî, behrewergirtin û firotina niftê pêwîst e di bin çavdêriya Bexdayê were cihanîn lê Hewlêr nifta Herêma Kurdistana Iraqê bêyî îzna Bexdayê difroşe ku eva dijî qanûna bingehîn a Iraqê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu