Berteka balyozê Erebistanê li Iraqê li hember guhertina wî
Balyozê Erebistanê li Bexdayê li berteka li hember daxwaza dewleta Iraqê ji siûdiyan jibo guhertina wî got: Erebistan dev ji Iraqê ber nade.
Li gorî rapora malpera Babil Newsê ji zarê medyayê siûdî Samir El-Sebhan balyozê Erebistanê li Bexdayê destnîşan kir Iraq Kezeba cîhana ereb e û ger ew wêde here dê hemî siûdî dê bibin Samir El-Subhan. Wezareta karên derve ya Iraqê roja yekşemê li daxûyaniyekê ragihand ku bi nameyekê ji Erebistanê xwestiye ku kesekî din dewsa Samir El-Subhan balyozê niha yê vî welatî li Bexdayê dayne. Li daxûyaniya wezareta karên derve ya Iarqê hatiye ku El-Subhan ne tenê qanûnên dîplomatîk berçav nagire belkî li karûbarên navxweyî yên Iarqê jî mudaxilê dike û ev yeka qet jibo dewlet û gelê Iraqê nayê qebûlkirin.
Pêştir hejmareke zêde ji kesayetî û partiyên Iraqê tevî rexneya ji mudaxilên Samir El-Subhan, balyozê Erebistanê li Iarqê li karûbarên navxweyî û eskerî yên vî welatî daxwaza derketina wî ji welatên xwe kiribûn . (BANGÊ ÎSLÂMİ)