Birêxistina Şebekeya Netewî ya Agahîyan a Îranê
Beşa yekem a Şebekeya Netewî ya Agahîyan a Îranê ser navê Întêrnêta Netewî bi armanca bidestxistina hêsan, ewleh, bikoalîte û lezgîn a agahîyan, bi xerckirina 20 hezar milyard tûmenî hat birêxistinê.
Li gorî rapora malpera ragihandinê ya Sazîya Têknolojîya Agahîyan a Îranê, Îshaq Cehangîrî, alîkarê yekem ê serokomarê Îranê duh danê êvarê desnîşan kir ku dewlet bala xwe dide ser bidestxistina azad a agahîyan û ser vê mijarê pêgirîyê dike û got: Şebekeya Netewî ya Agahîyan a Îranê, tu berbendekê ser rêka bidestxistina agahîyan bo gel danayne.
Cehangîrî herwiha got: Berovajî nêrîna gellek neyaran ku dibêjin Şebekeya Netewî ya Agahîyan tenê li Îranê heye û bi meremên ewlehîyê hatîye birêxistinê, divê bêjim ku ev şebekeya li gellek welatên pêşketî jî li rex întêrnêta cehanî hatîye birêxistinê.
Li gorî gotina Ebulhesen Fîrûzabadî, sekreterê konseya bilind û serokê navenda netewî ya şebekeyên civakî, Şebekeya Netewî ya Agahîyan a Îranê “ serbixwe“ ye û hewcedarîyên netewî di hemî waran da dabîn dike.
Wî wade da ku bi saya Şebekeya Netewî ya Agahîyan a Îranê leza întêrnêtê û koalîteya xizmetên vî warî çêtir bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)