NûçeRojhilatanavinYemen

Filitîna serokomarê berê yê Yemenêji sûiqesdê

Elî Ebdulah Salih, serokomarê berê yê Yemenê ji sûiqesdekê sax filitî.

Li gorî rapora Yemen Press`ê, çavkanîyekî nêzîkî Elî Ebdulah Salih îro ragihand ku kesên nenas dil hebûn wî bi bombeya bidestçêkirî li nav mizgevtekê li bajarê Sena paytexta Yemenê bikujin, lê zêrevanên wî pê hesîyan û plana têrorê pûç derxistin.

Li gorî vê raporê, 8 kes ji plandarêjên sereke yên têrora Elî Ebdulah Salih berî cihanîna wê, hatin girtinê.

Kesên hatine girtinê li xwe mukur hatine ku gellek pere ji welatekî din li berdêla têrorîa Elî Ebdulah Salih wergirtine.

Elî Ebdulah Salih sala 2011`ê da jî di encama teqîna bomba ku li komavahîya serokomartîya Yemenê hatibû bicihkirinê da, birîndar bibû. Di encama wê teqînê da, 6 zêrevanên wî hatin kuştinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu