ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Pêşwaziya Konseya bilind a siyasî ya Yemenê ji daxûyaniya Konseya Ewlehiyê

Salêh El-Semad Serokê Konseya bilind a siyasî ya Yemenê îro şemiyê bilî ragihandina amadebûna vê konseyê bona ji nûve destpê kirina gotûbêjên aşitiyê, rêketina vê saziyê tev destpêbûna gotûbêjên aşitiyê û hevkariya erênî tev Rêxistina Netewên Yekgirtî ragihand.

Konseya bilind a siyasî ya Yemenê herwisa bal kişande ser pêwîstiya zivirîna taxima netewî ya yemenê ji Mesqetê ber bi Senayê bona şêwirîna li bara daxûyaniya Konseya Ewlehiyê, ragihand ku pêwîste Rêxistina Netewên Yekgirtî xebata xwe bikar bigre ta ku êrişên hewayî yên Erebistanê ser axa Yemenê bêne rawestandin û alîkariyên mirovdostane ji bo xelkê Yemenê bêne şandin û mijara şandina birîndaran bo derveyî Yemenê ji bo dermankirinê serrast bibe.

Konseya Ewlehiyê duh îniyê ji aliyên yemenî xwest ku carek din bizivirin ser masa gotûbêjê û bi pişkdariya Şêx Weled Şêx Ehmed şandiyên taybete Rêxistina Netewên Yekgirtî bo Yemenê bona çareserkirina pirsgirêkên nav vî welatî bi hevra biaxivin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu