Du terorîstên pakistanî li başûrê rojhilata Îranê hatin girtin
Bi hewldana hêzên Rêxistina Îtileatê yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, du terorîstên pakistanî tev hinek çek û rextên wan li Serawanê li başûrê rojhilata Îranê hatin girtin.
Li gorî rapora IRNA`yê, bi serdestiya îtileatî ya hêzên sipahê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ev du terorîst beriya ku mecalê peyda bikin bikevin tevgerê li navça giştî ya Kileganê ya bajarê Serawanê û li operasyoneke nişkêveyî û destxwe hatin girtin. Piştî girtina van du terorîstan hat xûyanê ku ew bi eslê xwe ji Pakistanê û endamên yek ji komên terorîstî yên dijberê Îranê ne ku ji bo xirabkarî û pêkanîna tirs û xufê derbasî nav axa Îranê bibûn.
Li hilkolandina cihê veşartina van kesana 2 bombeyên amade ji bo teqînê ku biryar bû li cihên qelebalix werin teqandin jî hatin keşifkirin û ji aliyê tîmên pisporiyê ya navenda îtileata (ewlekarî) sipahê Sîstan û Belûçistanê hatin bêencamkirin.
Ev du terorîst li jêpirsînên seretayî li bara cihanîna armancên kirêt yên din jî li xwe mukir hatin ku dê bi zûtirkê hûrgiliyên wê werin weşandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)