Hevdîtina serokkomarên Îran û Tirkiyê li New York`ê
Serokkomarên Îran û Tirkiyê ser çareserkirina qeyranên navçeyî û rawestana li ber terorîzmê li Sûriyê û Iraqê tekez kirin.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê li hevdîtina Receb Teyib Erdoxan serokkomarê Tirkiyê li New York`ê bi ragihandina vê yekê ku Îran li hemî qonaxên hevaltiyê dê li kêleka Tirkiyê bimîne, got: Têhran amade ye ku peywendiya xwe bi Enqerê re li hemî beşan ji veguhestin û tarnzîtê, pêşe û enerjiyê berfireh bike.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser darbeya li Tirkiyê jî û got: Bêewlehiyê û darbeya li dijî dewleta ku li Tirkiyê bi dengê xelkê hatiye bijartinê meriv aciz dike û Îran ji hemen bîstikên destpêkê hemî îmakn û zirûfên xwe jibo istiqrar û ewlehiyê li Tirkiyê bi kar anî.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku darbe li Tirkiyê li dewama hin bûyeran e ku hin qawetên dijberê navçê bi rêve birine û got: Bêguman bi hewldana hevpar dikarin rê li ber pêvajoya ku dijminan darêştine bigrin.
Rûhanî her wiha terorîzm gefek li dijî hemî welatên navçê da zanîn û rola Îranê li rawestana li ber terorîzm û bêewlhtiyê li navçê û bi taybet li Sûriye û Iraqê giring nirxand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)