Hilkolandina pêvajoya cihanîna Lihevkirina Navokî li warê navokî û boykotan

Cîgirê hiqûqî û navneteweyî yê wezîrê karên derve yê Îranê got: Pêvajoya cihanîna Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bui Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar li warê navokî û boykotan li civîna komîsiyona hevpar a Lihevkirina Navokî li New York`ê hat hilkolandin.
Li gorî rapora IRNA`yê, seyd Ebas Iraqçî Cîgirê hiqûqî û navneteweyî yê wezîrê karên derve yê Îranê û serokê erkantiya şopandina cihanîna Lihevkirina Navokî roja pêncşemiyê amaje bi birêxistina pêncemîn komîsiyona hevpar a Îran û Koma 5+1`ê di asta cîgirên wezîrên karên derve di roja çarşemiyê li New Yok`ê kir û got: Ev komîsiyona wek civîna seretayî ya komîsiyona hevpar di asta wezîrên karên derve bû ku ji bo cara yekem piştî cihanîna Lihevkirina Navokî hat lidarxistin.
Iraqçî tevî ravekirna mijarên herî girîng ên navokî yên hilêxistî li pêncemîn komîsiyona hevpar a Îranê û Koma 5+1`ê di asta cîgiran da, qala hilkolandina rewşa dawiyê ya nûjenkirina rêaktora Ava Giran a Erakê, firotina Ava Giran, pêngav û kiryuarên komxebata têkildarî berhemanîna ardûya navokî li Îranê û rewşa herî dawiyê ya hevkariya digel Rûsiyê li Fordoyê kir.
Cîgirê hiqûqî û navneteweyî yê wezîrê karên derve yê Îranê got: Li mijara boykotan jî mijara hevkariyên bankî û derengkirina Ewropa û Amerîkayê li warê çareserkirina pirsgirêkên bank û enstîtûyên malî ji riya hêsankirna danûstandina malî û raberkirina garantiyên pêwsît, mijarên herî sereke bûn ku li komîsiyona hevpar li ser wan behs hat kirin.
Iraqçî bi gotina viya ku li vê civînê her viha mijara derenegkirina dewleta Amerîkayê ji bo dayîna îzna firotina firokeyan bo Îranê ji aliyê kompaniyên çêkiirna balefiran ên Air Bus û Boîngê hat hilêxistin, got: Taxima amerîkî ragihand ku rojên çarşemî û pêncşemiyê beşek ji îznên hewce dane û di heyama hefteyên din jî dê îznên din raber bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)