Dê yekim trimbêla berhema hevpar a Îran û Fransayê îsal derkeve bazarê
Wezîrê pêşe, maden û ticaretê yê Îranê li bara amadebûna yekim trimbêla berhema hevpar a Îarn û Fransayê li zivistana îsal agahî da.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Muhemedriza Nêmetzade wezîrê pêşe, maden û ticareta Îranê roja pênşemiyê piştî hevdîtin û gotûbêja tev Karlos Tawares serokê taxima rêveberiyê ya koma pêşeyî ya P.A.S.A berhemhênera trimbêla Pêjo Sîtroên`ê li Parîsê got: Îranê piştî rêketinnama navokî bi trimbêlçêkerên curbicur ên seranserê cîhanê ra muzakire kir ku ya yekim xebitandina sermaya hevpar a nîvenîv tev şîrketa trimbêlçêkirinê ya Peugeot Citroën Fransayê ye.
Nêmetzade got: Kar destpê bûye û şîrketa hevpar a fransî-îranî hatiye damezrandin ku li gor wê sedî 50`yê para vê şîrketê ya Îranê û sedî 50 jî para Peugeot Citroën`ê ye.
Nêmetzade got: Hêla berhemanînê li halê amadebûnê ye û hêvî dibe li gor bernama ku heye li zivistana îsal yekim trimbêla berhema hevpar a Îran û Fransayê derdikeve bazarê.
Nîşangeha trimbêla Parîsa 2016an li halekê roja pênşemiê jibo berpirs û komên nûçegihan karê xwe destpê kir ku wezîrê pêşe, maden û ticaretê yê Komara Îslamî ya Îranê û taxiam bi wî re tev şîrketên biyanî li vê nîşangehê hin muzakire destpê kirine (BANGÊ ÎSLÂMİ).