İzvestiya: Amerîka wê Reqqayê ji DAIŞê re berda
Çavkaniyekî payebilind ê ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ji bo İzvestiyayê axivî û got “Koşka Spî difikirî ku berê hilbijartinên serokatiyê her du ‘paytextan’ (Reqqa û Mûsil) bi hevdu re bigire. Lê Amerîka ji ber hişyariya Tirkiyeyê ku xwest di operasyonê de piştgiriya Kurdên Sûriyeyê bikar neyine, neçar ma ku dev ji hedefeke xwe (Reqqayê) berde.”
Rayedarekî leşkeri yê Iraqî jî agahî da İzvestiyayê û pişt rast kir ku yekîneyên Amerîkayê xwe amade dikin ku li dijî Mûsilê dest bi operasyonan bike. Çavkaniyê ku xwest navê wî neye eşkerekirin, got “Amerîka ji Iraqê dixwaze ku operasyona rizgarkirin a Mûsilê di nava cotmehê de bide destpê kirin. Lê beşa êrîşê ya operasyonê hîn ne amade ye. Ji ber ku artêşa Iraqê ji bo şûnde girtina bajêr hîna jî hemû hêzên xwe berhev nekirine.”(BANGÊ ÎSLÂMİ)