Plana tam a azadkirina Mûsilê radestî Heyder Ebadî hat kirin
Şêwirmendê bilind ê eskerî yê wezareta berevaniyê ya Iraqê ragihand ku plana tam a operasyona azadkirina bajarê Mûsilê spartiye destê Heyder Ebadî fermandê giştî yê hêzên çekdar.
Muhemed El-Eskerî roja yekşemiyê li gotûbêja tev ajansa nûçan a iraqî ya El-Melûmê got: Li vê plana tam û tekûz hemî mijar û planên taybet ên operasyona azadkirina Mûsilê ji destê koma terorîstî ya DAIŞê hatiye texmînkiirn û ji niha şûnde dê Heyder Ebadî dema destpêkirina operasyonê ragihîne.
El-Eskerî got: Plana azadkirina Mûsilê hemî berûlayên eskerî, îstixbaratî, însanî û xizmetkirinê berçav girtiye û hêzên beşdar li operasyonê ji her hêlê ve amade ne û lêzanînên pêdivî li bara liv û tevegr , rewş û meqerên koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Mûsilê hatiye dest.
Şêwirmendê bilind ê eskerî yê wezareta berevaniyê ya Iraqê destnîşan kir: wezaretxaneyên tendrustî û awareyên Iraqê li vê planê berpirsiyariya pêşewaziya ji awareyên gelanî yên bajarê Mûsilê û piştgiriya ji hêêzn iarqî girtine istûyê xwe.
Li gorî ragihandina fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iarqê hemî hêzên iarqî ji wan artêş, polîs, yekîna arwstana li ber terorîzmê, teşkîlata gelanî ya Heşdê Şebî, eşîrên Mûsilê û pêşmergên kurd li operasyona azadkirina Mûsilê beşdarî kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)