Hebûna hêzên Tirkiyê li Iraqê pirsgirêka mezin ser riya şerê Mûsilê

Yek ji rêberên Hevalbendiya Dewleta Qanûnê got: Mayîna hêzên Tirkiyê nav axa Iraqê ji wan pirsgirêkên mezin ser riya hêzên eskerî yên Iarqê li operasyona azadkirina Mûsilê ye.
Muhemed El-Ekîlî li civîna rojnamevaniyê bal kişand ser vê yekê ku piştgiriya hin partiyên siyasî li Iraqê ji mayîna hêzên Tirkiyê nav axa Iraqê û pînekirina mayîna wan bi mehneyên pûç ji wan pirsgirêkên mezin ser riya operasyona azadkirina Mûsilê ye û got: Wisa ku hin kes difkirin tu pirsgirêkek li vê operasyonê tine.
Ji aliyê din ve, endamê parlemana Kurdistana Iraqê li bara plana Tirkiyê jibo bidestxistina kontrola çiyayê Şingalê li rojava Mûsilê agahî da.
Salar Mehmûd nunerê fraksiyona YNK li parlemana Kurdistana Iraqê li gotûbêja tev Someriye Newsê got: Artêşa Tirkiyê li herêmê armancên nepenî û nezelal li nav operasyona azadkirina Mûsilê û bidestxistina kontrola çiyayê Şingalê dişopîne û dil heye dîwarekî navbirr di navbera her du beşên Kurdistanê li Iraq û Sûriyê ava bike.
Mehmûd got: Çiyayê Şingalê xwediyê cih û şûneke stratejîk e û cihê stratejîk jibo parastina navçên berfireh li bakur û rojava Mûsilê tê hesabê, loma her cure hewildanek jibo derxistina kesên çekdar ji çiyayê Şinaglê dê ser qazanca artêşa Tirkiyê be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)