Dosiya giran a Emerîkayê derheq şandina çek û sîlehan bo destdirêjkiran li Yemenê
Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li berteka li hember gotinên rayedarekî wezareta berevaniyê ya Emerîkayê ku li hin medyayê emerîkî deng veda û têde îdia kiribûn mûşeka ku hêzên Ensarullaha Yemenê pê gemiya îmaratî têk biribû ya Îranê bûye ev îdiaya red kir û got : Tevî ku zêdetirî sal û nîcvekê ser dorpêçkirian Yemenê derbas dibe û heta gihandina alîkariyên mirovhezane bo gelê vî welatî bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ye lê emerîkî hin îdiayayn dixin rojevê ku xêncî mukirhatina li lawaziya wan û hevpeymanên wan li hember gelê bêsitar ê Yemenê tu wateyek xwe tine.
Qasimî got: Ev îdia li halekê dikeve rojevê ku bêguman li kuştina bi hezaran yemeniyên bêguneh û têkbirina binvahiyan li Yemenê û êrişa ser nexweşxanan û xwendingehên vî welatî balfeir û çekên kîmyyaî tên bi kar anîn û heta piştî cinayetên cengê û li dijî mirovahiyê li Yemenê firotina çekan bo Erebistanê didome.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Baştir e emerîkî ku bixwe dosiyeke pir giran li şandina çek û sîlehan bo destdirêjkiran li êrişa ser Yemenê hene bi xelaskirian xwe yên din tawanbar nekin.
Erebistanê bi hevkariya hin welatên erebî yên navçê û bi hevrêtiya Emerîkayê ji Adara 2015an êrişên berfireh ser Yemenê destpê kirine ku li encama van êrişan bi hezaran yemenî hatine kuştin an birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)