EwropaÎranNûçeRojhilatanavin
Cabêriyê- Ensarî çû Jinêv û Brukselê

Huseyn Cabêrî- Ensarî alîkarê wezareta karên derve ya Îranê li beşa karûbarên welatên ereb û Efrîqayê jibo şêwirînên dîplomatîk li bara qeyrana Sûriyê û Helebê îro pênşemiyê diçe Jinêv û Brukselê.
Qeyrana Sûriyê li rojên buhurî li halekî derbasî qonaxeke biçarenivîs bûye ku Heleb bûye navenda pevçûnan û agirbes jî nemaye û prespektîveke rohn û zelal jibo çareserkirina qeyranê nayê dîtin.
Eva li halekî ye ku Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka qeyranê va li ser gotûbêjên alîyên sûrî û çareserkirina siyasî ya qeyranê disekine û di eynî demê de tevî pêkutîya ser pêwîstiya hevkariya civaka cîhanî li warê rawestana li hember terorîzmê û fanatîzmê, pêşengê rawestana li ber terorîstan bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)