NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê veşartgehên terorîstan li Hemahê têk birin

Yekînên artêşê û hêzên çekdar ên Sûriyê, operasyona xwe li dijî meqerên koma terorîstî ya Tehrîra Şamê û partiya Turkistanî li bakurê parêzgeha Hemahê zêde kirin û hejmarek ji veşartgeh û cihên kombûna wan têk birin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, çavkaniyên meydanî raghandin ku meqerên koma terorîstî ya Tehrîra Şamê û  terorîstên din li vê operasyonê hat têkbirin û hejmareke zêde ji terorîstan hatin kuştin an birîndar bûn û gelek xisaretên aborî li wan ket.

Hêzên artêşa Sûriyê ji bakurê rojhilata  Hemahê bi hêzên li halê pêşdeçûnê ji mêhwera  rojava di çola Suweydayê de gihêştin hev û karîn ku navçên di bin kontrola xwe heya  ber girikên  El-Sefayê berfireh bikin.

Yekînên artêşa  Sûriyê mêhwerên  hereketa  terorîstên  Tehrîra Şamê û komên terorîstî yên ser bi wan li bakurê parêzgeha  Hemahê nêzîkî derdora  başûrî ya Idlibê tim didin ber êrişên topxaneyî.

Li hin gundên  derdora  bakurî ya Hemahêbi  hezaran terorîst hene ku ji aliyê welatên rojavayî ve piştgiriya  aborî û çek û sîlehî dibin.

Komên terorîstî yên gurdanên  El-Ize û Partiya  Turkistanî ku terorîstên biyanî jî digre ber xwe ji sînorên  Tirkiyê derbasî gund û bajarokên  bakurê parêzgeha  Hemahê û hin navçên  parêzgeha  Idlib û Dêrazorê bûne û meqerên  artêşê û welatiyên bêguneh ên Sûriyê didin ber êrişan.

Başa dön tuşu