Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçi di televîzyona dewletê de ji bo bernameya moşek a Îranê û mijara nûklerî de nirxandin kirin.
Abbas Arakçi di axaftina xwe de got: “Mijara moşekan li gorî biryara 2231 a Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) tê diyarkirin, li gorî vê biryarê Îran nikare boşekên balîstîk û çekên nûklerî bi pêş bixe.”
Arakçi di berdewamiya axaftina xwe de got: Moşekên ku Îran diceribîne ne li derveyê vê biryarê ye, lewma hewceyî bi destûrê tuneye. Îran ne welatekî qels e. Ji xwe ku welatekî qels bûna dê Amerîka dijminantî nekira û mueyîde nedisepandin. Bertekên li hemberî Îranê ji ber hêza wê ya herêm û navneteweyî ye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)