CîhanNûçeRojhilatanavin

Abdulfettah el Sîsî: Ez heyama 3mîn ya serokomariyê nabim namzed

Serokomarê Misrê Abdulfettah el Sîsî ji televîzyona CNBC ya amerîkî re axivî û ragihand ku ji bo heyama 3mîn dê nebe namzede serokatiya dewletê.

Sîsî dawiya hefteyê ji CNBCê re axivî û got: “Ji bo min ne mimkûne ku ez rojek jî bêdiliya misriyan bibim serokomar. Ne ku ez li ser ekranê televîzyonê me vê yekê dibêjim. Ev yek prensîbên min e.”

​Sîsî got: “Em ê mudexale li destûra bingehîn nekin. Ez ê dê 2 heyam bo 4 salan peywirê bikim.”

Herwiha Sîsî eşkere kir ku hilbijartin li Misrê di Nîsana 2018an de pêk were. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu