Wezîrê darayiyê yê Îranê, Elî Teyibniya li civîna niftê ya siyasetên aborî yên welatên derdora Kendava Farsê li kêleka civîna salane ya Banka Cîhanî li Waşengtonê bal kişand ser daketina buhaya niftê li salên buhurî got: Îranê daketina buhaya niftê hevgavê boykotên nedadmendane ceriband yanê dema ku derfirotina nifta Îranê nêzîkî yek milyon bermîlî li rojê kêm bû.
Teyibniya bi gotina vîya ku Komara Îslamî ya Îranê di rewşa derketina ji bişûndemayînê da, yê bi pêdiwî û sîyaseta pêdivî li hember vê diyardeyê bisekine û got: Îranê boykot û daketina buhaya niftê wekî derfetek jibo kêmkirina girêdayîbûna bûdcê li niftê bikar anî.
Wezîrê darayiyê yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku dewleta Komara Îslamî ya Îranê di rewşa dijwar da, karî ku aramî û istiqrarê vegerîne aboriya Îranê, pêşneketina aborî rawestîne û rewşê jibo geşatiya aborî xweş bike û destnîşan kir: Piştî du salan pêşdeneketinê, aboriya Îranê di sala 2014`an da pêşdeketina ji sedî 3 ceriband û tevî daketina buhaya niftê û dewama boykotên aborî, li beşeke zêde ji sala 2015`ê, geşatiya erênî ya aborî ya par jî hat parastin.Civîna pisporiyê ya niftê bi beşdariya wezîrên aborîyê û serokên Banka Navendî ya welatên Mîrtiyên hevgirtî yên ereb, Iraq, Kuweyt û Îranê û rêvebir û karzanên pilebilind ên Banka Cîhanî û Sindûqa Navneteweyî ya Dirêv (IMF) li kêleka civîna salane ya banka cîhanî hat lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)