IraqNûçeRojhilatanavin

Adil Abdulmehdî soza çareserkirina Hewlêr û Bexdayê dide

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî aşkere dike wê kêşeyên Hewlêr û Bexdayê bênê çareserkirin. Herwiha mûçeya Pêşmerge û fermanberan jî bê cihêkirin û ji Hewlêrê ra bê şandin.

Nûsingeha Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad bi daxuyaniyekê aşkere kiriye Dr. Beşîr Hedad ligel Serokwezîrê Iraqê Dr. Adil Ebdulmehdî civiya ye û di civînê de behsa rewş siyasî ya Hewlêr- Bexdayê hatiye kirin. Herwiha Dr. Adil Ebdulmehdî tekezî liser wê yekê kiriye ku wê kêşeyê Hewlêr û Bexdayê bêne çareserkirin û wê mûçeya Pêşmerge û fermanberan jî bêne şandin.

Başa dön tuşu