IraqNûçeRojhilatanavin

Iraq: Me negotiye Yildirim dê kengê serdana Bexdayê bike

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Seid Hedîsî ragihand, şemiya heftiya dahatî Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim serdana Iraqê dike.

Seid Hedîsî di daxuyaniyekê de aşkere kir: “Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim dê roja şemiyê 7ê Çileya 2017ê serdana xwe ya bo Iraqê pêk bîne.”

Pêştir di medyayan de hatibû belavkirin, ku Serokwezîrê Tirkiyê dê roja pênşemî 5ê Çileya 2017ê serdana Bexdayê bike, lê belê  Berdevkê Serokwezîrtiya Iraqê Seid Hedîsî ew zanyarî red kir û got: “Me dema serdana Serokwezîrê Tirkiyê neragiahndiye, serdana wî jî nehatiye paşxistin û dê li gorî bernameya plankirî serdana xwe pêk bîne.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu