IraqNûçeRojhilatanavin

Adil Ebdûlmehdî bi fermî bû wezîfedarê pêkanîna hikûmetê li Iraqê

Berhem Salih serokomarê nû yê Iraqê şeva çûyî bi fermî Adil Ebdûlmehdî wezîfedarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir.

Li gor rapora IRIB newsê Adil Abdûlmehdî divê heya mehekê wezîrên dewleta xwe bidin nasandin.

Adil Ebdûlmehdî ji aliyê hevalbendiyên Sairûn a Muqteda Sedir û El-Feth a Hadî el-Amirî tê piştgirîkirin.

Parlemana Iraqê sêşemê bi şev Berhem Salih berbijarê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistana Iraqê bi 219 dengan ji bo serokomariya Iraqê bijart.

Berhem Salih piştî xwarinda sonda wezîfedariyê li Parlemana Iraqê got ku ji vê şûnd serokomarê gişt xelkê Iraqê ye  û derheq qanûna bingehîn a Iraqê emekdar dimîne û yekitiya axa Iraqê diparêze.

Piştî jinavçûna rejîma Sedam Husênê dîktator komên iraqî li hevkirin ku posta serokomariyê bibe para kurdan û ya serokwezîriyê jî bibe ya şîeyan û serokatiya parlemanê jî li destê ehlê sunetê bimîne.

Başa dön tuşu