IraqNûçeRojhilatanavin

Adil Ebdulmehdî bo parastina merasimên Erbeyînê spasîya artêş, polîs û Heşda Şeibî kir

Adil Ebdulmehdî, serokwezîrê Iraqê ku duh Duşemiyê bona agehdarbûna ji bernmeya ewlehiyê ya ziyareta Erbeîna Îmam Hisên (s), derbasî parêzgeha Kerbelayê bû, li civîna bi fermande û rayedarên federalî û herêmî re, li ser pêwîstiya raberkirina hêsankariyan û xizmetên baştir ji bo ziyaretkeran pêgîrî kir.

Ebdulmehdî herwiha qedrê fermendeyên yekîneyên artêş, polîs, Heşda Şeibî, Astana pîroz a heremên îmamên meisûm (s), Mokibên hisênî û ciwanên xwebexş û hewldanên wan ên zaf girt.

Li gorî rapora Konseya Parêzgariya Kerbelayê, 15 mîlyon ziyaretkerên Erbeînê heya niha derbasî Kerbelaya Muelayê bûne û hejmara ziyaretkeran ber bi zêdebûnê ye.

Başa dön tuşu