FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Dewama cinayetên Îsraîlê dijî xelkê Filistînê

Cîgirê nûneratiya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY), got: Sedema têkçûna hewldanên jibo kêmkirina êş û elemên xelkê Filistînê, pêgîriya Rejîma Siyonîst li ser dewama kiryarên cinayetkarane dijî filistîniyan e.

Xulamhisên Dêhqanî, roja çarşemiyê, li civîna Civata Giştî ya li ser mijara Filistînê, herwiha got: Tevî xwestekên bi dû hev ên civaka navneteweyî û mehkûmbûna Rejîma Siyonîst li civatên navneteweyî, ev rejîma bi piştgiriya hevgirtiyên xwe yên kêm, hertim li hember van xwestekan sersar bûye.

Alîkarê nûneratiya Îranê li NY, destnîşan kir: Xalên curbicur ên binpêkirina mafêm filistîniyan ji aliyê Rejîma siyonîst ve yên wekî kavilkirina malan, veguhestina bi darê zorê ya kesên sivîl, girtin û zîndanîkirina neqanûnî ya welatiyên sivîl ên filistînî ji wan zarokan, şidet û pêkanîna tirsê ji aliyê bajaroknişînên îsraîlî û êrişa ser mizgevta El Eqsayê didomin.

Dêhqanî, bal kişand ser dewama dorpêça Zîvala Xezê û wê karê, sedema qeyrana mezin û kûr a mirovî û bêparbûna berfireh a nêzî du mîlyon filistînî da zanîn.

Dêhqanî got: Tevî hevdengbûna cîhanî ya li ser neqanûnîbûna siyaset û kiryarên Rejîma Siyonîst, Konseya Ewlehiyê, hîn felc e û nekariye ku pêispartiyên xwe cih bîne.

Cîgirê nûneratiya Îranê li rêxistina neteweyên yekgirtî, herwiha li ser piştgiriya tam a dewlet û xelkê Îranê ji xelkê zilimdîtî yê Filistînê sekinî û destnîşan kir: Îran her wekî berîşê, hewl dide ta ku xwesteka xelkê Filistînê ya li ser pêkhatina welatê serbixwe yê Filistînê ya bi paytextiya Qudsê, serê xwe bigire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu