Adil Ebdulmehdî roja sêşemiyê li gotûbêja bi kanala Someriye Newsê re li bara dilgiraniya rayedarên Iraqê ji wergirtina endamên biyanî yên DAIŞ`ê û mehkemekirina wan li vî welatî got: Bexdayê nêzîkî 250 endamên DAIŞê yên welatyê Iraqê ji Sûriyê wergrtine ku dê wan biguhezîne zindanê.
Li gorî gotina serokwezîrê Iraqê, endamên DAIŞ`ê ev kes in ku bi tekfîrî û terorîstan bi zorê hevkarî kirin û komek din bi dilê xwe bi endamên çekdar re hevkarî kirine ku rewşa her yek ji van malbatanadê were hilkolandin.
Li gorî gotina berpirsên iraqî, welatên rojavayî hewl didin Bexdayê bona radestkirina nêzîkî çar sed heya 600 kes ji endamên DAIŞ`ê yên welatiyên Almanya, Firansa, Inglîz û Kanadayê û hin welatên din ên ewrûpî qayîl bikin ku li gor xala çaran a qanûna rawestana li ber terorîzmê li Iraqê li vî welatî bên mehkemekirin.