ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Êrişên hewayî yên Erebistanê ser Yemenê didomin

Balefirên erebistanî-emerîkî bi domandina êrişên xwe yên esmanî ser xelkê Yemenê çend parêzgehên Yemenê li 24 sietên buhurî bombebaran kirin.

 Balefirên  erebistanî bi êrişa ser navçên Kitaf, El-Beqe, Sehar, Mindebê, Cebel Şeîr û Cisr Yesnemê û Baqimê li parzêgeha Seidê avahîya telekomê ya navça Com`e Benî Behrê li bajarê Saqînê ya vê parêzgehê bombebaran kirin.

Her wiha eskerên erebistanî bi mûşekan êriş kirin ser bajarê Menbehê li parzêgeha Seidê û navçên din ên vê parêzgehê ji wan  Alê El-Zemah, Qulel El-Şêybanî û Mindebe û El-Bahê û avahiya  ewlehiya anvendî ya wê bombebaran kirin.

Vê çavkaniyê got :Li encama êrişa hewayî ya Erebistanê ser pira  El-Seidê li parêzgeha Ab`ê kesek hat kuştin û balefirên erebistanî du caran navça  Herf Sofyanê li parzêgeha Omranê bombebaran kirin.

Balefirên erebistanî bajarê Serwahê li başûrê Yemenê û  abjarê Hece jî dan ber bombeyan.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu