IraqNûçeRojhilatanavin

Adil Ebdulmehdî hikûmeta xwe ji hemwelatiyên asayî pêktîne

Îro Dr. Adil Ebdulmehdî ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû hatiye erkdar kirin, deriyê xwe nivîsandina hemwelatiyên Iraqê bo namzedbûna wezîrtiyê vekir û ji hemwelatiyan xwest CVya xwe rêbikin.

Adil Ebdulmehdî ji hemwelatiyên Iraqê daxwaz kir, herkesekî xwara dibîne û dizane hêza wî ya rêveberina payeya wezareta hikûmeta nû ya Iraqê heye, bila CVya xwe rêbike.

Bi vî awayî her hemwelatiyeke asayî yê Iraqê dikare xwe bike namzed bo wezîrtiyê û di kabîya nû ya Iraqê de cîh bigre. Serlêdan heta 16:00ê ango 4ê êvariya 11.10.2018ê berdewam dike.

Başa dön tuşu