IraqNûçeRojhilatanavin

Adil Ebdulmehdî pêşwaziya Nûnerê Neteweyên Yekgirtî (NY) yê Iraqê Yan Kobich kir

Serokwezîrê Iraqê pêşwazî li Nûnerê Neteweyên Yekgirtî yê Iraqê Yan Kobich kir.

Ofîsa Serokwezîr Iraqê Adil Ebdulmehdî bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku îro Adil Ebdulmehdî pêşwaziya Nûnerê Neteweyên Yekgirtî (NY) yê Iraqê Yan Kobich kiriye. Kobich bo bi dawîbûna erkê wî li Iraqê hatiye xatir ji Adil Ebdulmehdî bixwaze. Hat ezanîn ku Kobich di civînê da ji Adil Ebdulmehdî ra daye zanîn ku ew di wê baweriyê da ye ku wê rewşa Iraqê ber bi başiyê ve here.

Herwisa Adil Ebdulmehdî jî amaje bi wê yekê kiriye bi nemana DAIŞê li Iraqê, pêkanîna hikûmeteka firawan û bi piştevaniya NY wê Iraq aram bibe û rewşa wê gelekî baş bibe.

Di Yan Kobich jî piştevaniya NY careke din bo Adil Ebdulmehdî dupat kir û da zanîn ku ew çavereyî wê yekê dikin ku Iraqê ji vê rewşê derbas dibe û ew ê piştevanê her pêngavekê bin û ber bi başiya Iraq û xelkê Iraqê.

Başa dön tuşu